Di nexwaşxaneyeke Çînê de şewat derket: 21 kes mirin
Hat ragehandin, di beşa pejirandina nexwaşan ya nexwaşxaneyeke li Pekîn a paytexta Çînê de şewat detket û li gor agahiyên destpêkê 21 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor nûçeya Beijing Daily, di nexwaşxaneya Çangfig Pekîn ya li navçeya Fingtay, di demjimêrên nîvro de şewat derket.
Hetanî naha herîkêm di şewatê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dane, 71 nexwaş jî ji bo cîhekî din hatine veguhestin.
Tîmên agirkuj û tendurustî û tîmên rewşa lezgîn û polîsan ji bo wê herêmê hatin şandin û agir hate kontrol kirin.
Dîmenên kesên ku bi çarşefên ji camên avahiya nexweşxaneyê ku di nava dûkelê de daliqandî û hewl didin xwe bigihînin derenceyên ku ji bo dîwarê avahiyê dirêj bûne li ser medyaya civakî hatin belav kirin.
Ji aliyekî ve ku heta vê gave sedema derketina şewatê nehatiye zanîn, lê di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpê kirin.
