• Saturday, 14 February 2026
logo

YNK hûrgiliyên rêkeftina bi PDKê re aşkere kir

YNK hûrgiliyên rêkeftina bi PDKê re aşkere kir
Peyvdarê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Letîf Şêx Omer ragihand, bi PDKê re gihîştine rêkeftineke hevbeş û ti pirsgirêkên me li ser wergirtina postan nemane.

Peyvdarê YNKê Letîf Şêx Omer di konferanseke rojnamevanî de ragihand, piştî zincîreyek civînan, her du şandên danûstandkar ên YNK û PDKê li ber ronahiya rêkeftina siyasî ya her du partiyan û li ser binemaya beşdariya bi bandor di dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmraniyê de, gihîştin têgihîştineke hevbeş.

Herwiha aşkere kir, îro piştî nîvro û piştî telefoneke dostane û dosozane di navbera birêz Kak Mesûd Barzanî û birêz Kak Kusret Resûl de, her du şandên YNK û PDKê gihîştin têgihîştineke hevbeş derbarê pêgeha YNKê di sîstema hikûmraniya Herêma Kurdistanê û hemû wezaret û destkeftan de.

Herwiha got: Biryar e di rojên nêzîk de dawî dariştina rêkeftina YNK û PDKê bê îmzekirin, ji ber wê jî û ji bo destpêkirina wê proseyê, biryar hat dayîn ku îro Firaksiyona YNKê di rûniştina Parlemantoyê de beşdar be û bibe beşek ji guftûgoyên li ser serrastkirina yasaya Serokatiya Herêmê wek yekem gava kirdarî bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistan.

Derbarê dabeşkirina postan di Parlemanto û Hikûmetê de, Peyvdarê YNKê got: Em gihîştine rêkeftineke hevbeş û ti pirsgirêkên me di vê derbarê de nemane.”

K24
Top