Çapemeniya Iraqê behsa nêzîkbûna damezrandina Herêma Enbarê dike
Îro çapemeniya Iraqê çend raportekî de amaje bi aşkerabûna hewldana Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî yên ji bo damezrandina herêmekî ji bo erebên sunne li sînorê parêzgeha Enbarê kirin.
Yek ji kesayetên diyar ên sînorê parêzgeha Enbar a rojavayê Iraqê Şêx Ehmed Dilêmî hişyarî daye Helbûsî ku wê planrêjiyê cîhbicîh neke, ku çend aliyên destê wan diçin, hewl didin ji bo damezrandina Herêma Enbarê.
Dilêmî ji çapemeniya Iraqê re ragehandiye ku Partiya Teqedum a serokatiya wê Mihemed Helbûsî dike, bi bahaneya berevaniyê li xelkê Enbarê bikin û mafên pêkhateya erebên sune biparêzin, dubare fikra ragehandina Herêma Enbarê xistiye bernameyê.
Herwaha dibêje di rastiyê de wê partiya Helbûsî alîgirên berê nemaye û tirsa wan heye peywirên xwe ji dest bidin, ji ber wê jî bi piştevaniya derve vê fikrê dixin rojevê.
Basnews
