• Thursday, 19 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî daxwaza vegera serfiraz ya Êzidiyan bo warên wan dike

Gulan Media April 19, 2023 Nûçe
Mesrûr Barzanî daxwaza vegera serfiraz ya Êzidiyan bo warên wan dike

Peyamek bo cejna sersala Êzidiyan pêşkêş kiriye.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta hatina cejna sersala Êzidiyan peyamek pêşkêş kiriye ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Bi minasebeta hatina sersala Êzidiyan pîrozbayiyeke gerim pêşkêşî tevahiya xuşik û birayên Êzidî li Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim bi taybetî rêzdaran, Mîrê Êzidiyan, Babe Şêx û civat Ruhanî, hêvî dikim di rewşeke aştî, aram û xweşî de cejna xwe derbas bikin.

Bi vê minasebeta han tekez li ser girîngiya cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê û normal kirina rewşa deverê û derketina hêzên derqanûnî û komên çekdar li deverê û vegera serfiraz ya şêniyên deverê bo warên wan dikin.

Careke din sersala we pîroz be, her di xweşî û aramî de bijîn.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

 

Top