• Saturday, 14 February 2026
logo

Tirkiyê li ser hilbijartinan bersiva Amerîkayê da

Tirkiyê li ser hilbijartinan bersiva Amerîkayê da
Berdevkê Wezareta Derve yê Tirkiyê Hamî Aksoy bertek li hemberî daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê ya derbarê hilbijartinên 31ê Adarê de nîşan da got: “Mafê ti welatekê nîne, bi awayekî ji hiqûq û demokrasiyê dûr, midexaleê encamên hilbijartinên welateke din bike.”



Berdevkê Wezareta Derve yê Tirkiyê Hamî Aksoy bi awayekî nivîskî bersîva daxuyaniya Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Robert Palladino ya derbarê hilbijartinên şaredariyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de da.



Hamî Aksoy di bersiva xwe de wiha got: “Mafê ti welatekê nîne, bi awayekî ji hiqûq û demokrasiyê dûr, midexaleê encamên hilbijartinên welateke din bike û xwe wekî çavkaniya rewatiya encamên hilbijartinê nîşan bide.”



Di beşeke din a daxuyaniya xwe de Aksoy dibêje: “Helwst û kiryarên antîdemokratîk dê ti caran dê demokrasiya Tirkiyê winda nekin.”



Herwiha Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun bersiva daxuyaniya Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Robert Palladino da û got: “Hilbijartina roja Yekşemê bi aramî hatiye encamdan. Hilbijartin bingeha demokrasiya me ye.”



Fahrettîn Altun li ser twitera xwe wiha got: “Milete me ev 70 sal in, îradeya xwe bi sindoqên dengdanê nîşan dide. Azadî û dadmendiya hilbijartinan di berpirsiyariya tevahiya dezgeh û saziyên peywendidar de ye. Herwiha hejmartina dengan li gor yasayan jî pivaneke girîng e. Em daxwazê ji tevahiya aliyên têkildar û welatê biyanî dikin ku rêzê li pêvajoya yasayî bigirin û xwe ji pêngavên ku wek xwe tevlîkirina karên navxwe yên Tirkiyê bê dîtin, dûr bixin.”



Daxuyaniya Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê



Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Robert Palladino derbarê pêkanîna hilbijartinên 31ê Adarê yên şaredariyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de ragihand ku hilbijartinên azad û dadmend beşeke girîng a demokrasiyê ne.



Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê encamên hilbijartinên şaredariyên Tirkye û Bakurê Kurdistanê de yekem daxuyaniya xwe da.



Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Robert Palladino derbarê hilbijartinan de wiha got: “Me nûçe dîtin. Hilbijartinên azad û dadmend beşeke girîng a demokrasiyê ne. Herwiha qebûlkirina encamên rewa jî di heman demê de beşeke girîng a demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê em ji Tirkiyê ku kevneşopiyeke wê ya qedim û bi şanezî heye, tişteke kêmtir hêvî nakin.”


Rudaw
Top