• Thursday, 19 February 2026
logo

Necwe Kakeyî: Di projeyasaya budceya Iraqê de budce ji bo madeya 140 a destûrê hatiye bicîh kirin

Gulan Media April 19, 2023 Nûçe
Necwe Kakeyî: Di projeyasaya budceya Iraqê de budce ji bo madeya 140 a destûrê hatiye bicîh kirin

Endama Encûmena Nûnerên Iraqê radigehîne, di projeyasaya budceya Iraqê de, budce ji bo cîhbicîh kirina xalên madeya 140 a destûra mayînde ya Iraqê hatiye cuda kirin.

Duh 18.04.2023yê endama Parlamentoya Iraqê Necwe Kakeyî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Berî hatina hikûmeta nû ya Iraqê, di karnameya Mihemed Şiya Sûdanî de heye ku madeya 140 a destûra mayînde Iraqê bê çalak kirin.’’

Herwaha got: ‘’Di projeyasaya budceya Iraqê de budce ji bo cîhbicîh kirina xalên qerebû kirina madeya 140 a destûra mayînde ya Iraqê hatiye bicîhkirin.’’

Li gor zanyariyên BasNewsê di budceya berê ya Iraqê 50 milyar dînar ji bo madeya 140 hatibû cuda kirin, lê di projeyasaya naha de 100 milyar dînar hatiye bicîhkirin.

Madeya 140 madeyekî destûrî ye û li hin xalan pêkhatiye ku çareseriya pirsgirêkên navçeyên pirsgirêk li ser ên Kerkûk û navçeyên din dike û yek ji xalên madeyê jî xala qerebû kirinê ye, ku beşek berçav a koçberan û ên hatine hawirde kirin ew qerebû wernegirtine.

 

Basnews

Top