• Saturday, 14 February 2026
logo

PDK û YNK li ser pêkanîna hikûmetê li hev kirin

PDK û YNK li ser pêkanîna hikûmetê li hev kirin
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro li ser pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê lihev kirin.

Bêgerd Talebanî, endama fraksiyona YNKê li parlementoyê Kurdistanê bi WAARê re ragehand; Îro mekteba syasî û encûmena serkirdatîya YNKê li mala Kusret Resûl Elî cihgirê yekê yê skirtêrê giştî li Silêmanîyê civîyan û gotûbêja dawî nameya PDKê kir û YNKê razîbûye bi wan postên PDKê pêşnyazkirîn, pişikdarî hikumeta nû bibe.
Got jî: Mekteba siyasî fraksiyona wan haydar kirîye ku pişikdarî civîna îro ya parlementoyê Kurdistanê bibe û dengî bi qanûna serokatîya Herêmê bide.
Li gorey bidestvehatîyê helbjartinan, YNK dê şeş wezaretan di pêkhateya kabîneya nû ya hikumetê da werbigire, YNKê jî nerazîbûna xwe diyarkirîye û daxwaza postên zêdetir kirîye.

Waar.tv
Top