• Saturday, 14 February 2026
logo

Adil Ebdulmehdî: Doza li dijî Tirkiyê nehatiye rawestandin

Adil Ebdulmehdî: Doza li dijî Tirkiyê nehatiye rawestandin
Serokwezîrê Iraqê red kir ku doza li dijî Tirkiyê ya derbarê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de hatibe rawestandin û got, ew dê di demeke nêzîk de serdana Tirkiyê û welatên kendavê bikin.



Di konferansa rojnamevanî ya heftane de, Serokwezîrê Iraqê duh Sêşemiyê li Bexdayê bersiva hin pirsyaran da.



Adil Ebdulmehdî di bersiva pirsa, 'gelo rast e ku hikûmeta Iraqê ew daxwaza li dijî Tikriyê rawestandibe ku pêştir di derbarê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de tomar kiriye', got ew doz dema ku ew wezîr bûm, di 14ê meha 5 a sala 2014an de û di serdema wezîrê berê yê petrolê yê Iraqê, Lueybî de dest pê kiriye.



Ebdulmehdî herwiha eşkere kir, di vê derbarê de roja 26ê vê mehê rûniştineke guhdarîkirinê heye.



Adil Ebdulmehdî got: “Ev daxwazî di demekê de hatibû kir ku ez wezîr bûm, di 14î meha 5 ya sala 2014an di serdemê birayê min Lûîbî de destpê kiribû, piştre dema ku ez bûm wezîr careke din ketibû rojevê, kompaniyên cîhanî hatin spartin daku bergiriyê li mafê Iraqiyan bikin, hîn jî ev daxwazî heye, 26ê mehê rûniştineke guhdarîkirinê heye, dê parêzerên Iraqê û aliyên din amad bibin, lewma dê ev hemû tişt di çarçoveya xwe ya yasayî de bimeşe.



Lê hewlên çareserkirinê ev di dema xwe de têne kirin, eger aliyuên din weke her dozeke din bigihêjin biryara çareserkirinê, wê demê em dikarim bigihêjin çareseriyê, eger biryara hukmê jî hebe, em dikarin pişta xwe pê girê bidin, lewma ev daxwazî hîn jî maye, lewma weke min got roja 26ê mehê rûniştineke gundarîkirinê derbarê vê mijarê de heye.”



Her di konferansa rojnamevaniyê de, Serokwezîrê Iraqê amaje bi hebûna hêzên Tirkiyê li nav axa Iraqê û bombebarankirina navçeyên sînorî yên Iraqê ji aliyê Tirkiyê ve kir û da zanîn, ew berdewam hebûna her hêzeke leşkerî bêyî razîbûna hikûmeta Iraqê red dikin, lewma dê di demeke nêzîk de serdana Tirkiyê, welatên Kendavê û piştre Waşintonê bike.



Adil Ebdulmehdî tekez kir: “Berdewam me her binpêkirinek bo ser serweriya Iraqê red kiriye, me berdewam me hebûna her yekîneyeke leşkerî bê razîbûna hikûmeta Iraqê red kiriye, ev gelek caran me tekez kiriye û em careke din tekezî li ser dikin, em daxwaz ji welatan dikin rê li îradeya Iraqiyan bigrin û em kar li ser bicîhkirin û peydakirina şert û mercan dikin, emê serdana Tirkiyê bikin, li Tirkiyê hilbijartin hebû, birayên me yên Tirk digotin hilbijartin heye û hemû berpirs mijûlî kampanyê ne, lê niha hilbijartin bidawî hatiye, ez bawerim em dê demeke guncawe bo serdana Tirkiyê û hin welatên kendav destnîşan bikin ji bo ku em serdana hemû welatên navçeyê bikin.



Piştre em dê serdana Waşingtonê û hin welatên din bikin, em hewl didin ew serdan zû pêk werin.”

Rudaw
Top