• Thursday, 19 February 2026
logo

Demîrtaş: Dengdana Muharrem Înce dengdan e bi Erdogan

Gulan Media April 18, 2023 Nûçe
Demîrtaş: Dengdana Muharrem Înce dengdan e bi Erdogan

Seleheddîn Demîrtaş da zanîn ku dengdana Muharrem Înce ji dengdana Recep Tayyîp Erdogan cudatir nîne û ger hilbijartin ji bo tûra duyemîn were paşxistin, garantî nîne ku Erdogan bi ser nekeve.

Hevserokê berê yê girtî yê HDPê Selahedîn Demirtaş ji BBCyê re ragihand, eger dengdêr guh nedin sindoqên dengdanê û bi awayekî aktîf beşdarî proseya dengdanê bibin û bibin xwediyê bijardeyeke aqilmend, hilbijartinên serokomariyê dê di tûra yekem de bê diyarkirin.

Seleheddîn Demirtaş got, dengderên ku dixwazin gera duyem a hilbijartinan were kirin, divê rasterast dengê xwe bidin Erdogan ji ber ku li gorî hevkêşeya siyasî ya niha li Tirkiyê, ti cudahî di navbera dengdana Muharrem Înce, berbijarê serokomariyê yê wê partiyê û Receb Teyib Erdogan de nîne.

Demîrtaş her wiha got, eger di tûra yekem de dengên pêwîst neyên bidestxistin, ti garantî nîne ku Erdogan bi ser nekeve.

 

Basnews

Top