• Thursday, 19 February 2026
logo

Ji Saziya Keşnasiyê bo Amedê hişyariya barana gur

Gulan Media April 18, 2023 Nûçe
Ji Saziya Keşnasiyê bo Amedê hişyariya barana gur

Saziya Keşnasiya Tirkiyê ragihand, îro li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê û dorûberê wê barana gur dibare.

Saziya Keşnasiya Tirkiyê, bi taybetî ji bo Amed û hejmarek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hişyariya barana gur û bahozê da.

Li gor saziya keşnasiyê, roja 18ê Nîsanê li Amed û dorûberê wê û li parêzgehên weke Riha, Çewlig, Erzîngan û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê barana gur dibare.

Herwiha bo hinek bajarên Serhedê hişyariya aşûtê û bahozê hat dayîn, ji aliyê din ve, şeva 17ê Nîsanê rêya Erzerom-Artvinê ji ber erdhezînê hat girtin.

 

Rudaw

Top