• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokwezîr li gel nunerên kompaniyên petrolê dicive

Gulan Media April 18, 2023 Nûçe
Serokwezîr li gel nunerên kompaniyên petrolê dicive

Civîn îro li Hewlêrê destpê dike.

Li gor zaniyariyên taybet biryare îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê li gel nunerên hijmareke zêde ji kompaniyên petrolê bicive.

Di civînê de vê nîqaş li ser rêkeftina navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî ya derbarê petrola Kurdistanê de were kirin û Serokwezîr derbarê naveroka rêkeftinê de vê zaniyarî bide nunerên kompaniyên petrolê yên ku, li herêma Kurdistanê de dixebitin.

Her di heman civînê de nîqaş li ser kar û çalakiyên kompaniyên petrolê yên li herêma Kurdistanê jî tê kirin.

Top