• Thursday, 19 February 2026
logo

Kiliçdaroglu: Weke ku Kurd terorist in tevdigerin

Gulan Media April 18, 2023 Nûçe
Kiliçdaroglu: Weke ku Kurd terorist in tevdigerin

Serokê CHPê û berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu got: “Di salên dawî de kengê em behsa hilbijartinê bikin, Koşk kengê ku dibîne dê di hilbijartinê de têk biçe Kurdan bi giştî tohmetbar dikin û rewşeke ku wek terorîst in dest pê dike.”

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, li ser hesabê xwe yê Twitterê bi serenava “Kurd” videoyek belav kir. Kiliçdaroglu, desthilata AK Partiyê bi wê yekê tohmetbar kir, ku ji bo dengan miemeleya terorîstan li milyonan Kurdan dikin.

Kemal Kiliçdaroglu dibêje, qedera Kurd û Tirkan yek e û rê nade zerar bigihêje biratiya wan.

Di peyama xwe de Kiliçdaroglu dibêje: “Di salên dawî de kengê em behsa hilbijartinê bikin, Koşk kengê ku dibîne dê di hilbijartinê de têk biçe Kurdan bi giştî tohmetbar dike û rewşeke ku wek terorîst in dest pê dike. Şermezarî ye, bi rastî jî şermezarî ye. Niha miemeleya terorîstan li milyonan Kurdan dikin. Her roj bênavber bi milyonan lîreyan bo trolên sosyal medyayê xerc dikin. Ew trol ji bo ku heqaretê li min bikin, miameleya terorîstan li Kurdan dikin. Mirovên me ji dewletê dûr dixin. Ji bo çi? Ji bo 3-5 dengan. Şerm nakin, bi rastî jî şerm nakin. Ji ber ku dê bêbextiya li Bay Kemal bikin, mirov bi rûmeta bi milyonan mirovan dilîze. Ji bo Xwedê ji min re bêjin, mirov bi rûmeta bi milyonan mirov dilîze.

Xelkê min ê birêz, hûn bi ti awayî bi propagandaya wan nexapin. Hiqûqa me ya biratiyê ji bîr nekin, teqez ji bîr nekin. Qederê Kurd û Tirk kirine bira. Qederê me anîye cem hev, qederê ji mer got bibin bira, qederê me li Çanakkaleyê, li Sakaryayê, li Dumlupinarê di hembêzekê de razand. Hezkirineke kûr a weke biratiyê nîne. Em bi sedan salan bi hev re man, bi hev re jiyan. Ti kesek bi tena serê xwe neçû rêya xwe û nikaribû biçûya. Ez rê nadim ku ji bo 3-5 dengan ti kesek zerarê bigihîne biratiyê. Hindik ma.”

 

Rudaw

Top