Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeyekî Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeyekî Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) kir û behsa giringiya pêşxistina pêwendiyan hate kirin.
Roja 17.04.2023yê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeya WHO ya di serokatiya berpirsê WHO yê Iraqê Ehmed Zuytin de kir.
Di hevdîtinê de kar û projeyên WHO li Iraqê û Herêma Kurdistanê hate gotûbêj kirin û behsa giringiya pêşxistina pêwendî û hemahengiya di navbera Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û WHO hate kirin.
