• Thursday, 19 February 2026
logo

DXB çû mala şehîdên Newroza Cindirêsê

Gulan Media April 18, 2023 Nûçe
DXB çû mala şehîdên Newroza Cindirêsê

Bi nuneratiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ev serdan pêk aniye.

Dezgeha xêrxwaziya Barzanî yak, berdewame li ser gehandina hevkariyên însanî bo zirardîtiyên erdhejên 6ê Sibatê li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê, çû serdana malbet û kesûkarên her 4 şehîdên Newroza Cindirisê.

Di serdanê de şanda DXB rixmî gehandina hevxemî û hevsoziya Serokwezîr, xwe û gelê Kurdistanê bo kesûkarên şehîdan, hevdem ragihandiye ku, Serokwezîr soz daye heta dawî şopênerê doza wan şehîdan be û lazime bikuj di dadgehê de werin darizandin û cezakirin.

Weke tê zanî êwara roja 20 Adarê di dema pê kirina agirê Newrozê de çend çekdarên komeke çekdar êrîşî ser hijmareke welatiyên Kurd kiribûn û 4 welatiyên Kurd şehîd kiribûn.

Top