• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Rojavayê Kurdistanê cejna Akîtu hat pîrozkirin

Li Rojavayê Kurdistanê cejna Akîtu hat pîrozkirin
Li Qamişloya Cezîra Rojavayê Kurdistanê, Encûmena Niştîmanî ya Welatên Navbera Herdu Çeman de (Encûmena Bêyn Rafîdêyn) ahengek bi helkevta cejna Akîtu saz kir, kesayetiyên civakî û olî yên hemû pêkhateyan li navçeyê di ahengê de beşdar bûn.



Yekê Nîsanê gelên Kildan, Suryan û Aşûrî serê sala nû cejna bi navê Akîtu pîroz dikin. Li gor baweriya Aşûriyan, di cejna Akîtu de sirûşt xwe nû dike, saleke nû destpê dike û li gor cejna aşûriyan jiyan di vê rojê de tê guhertin.



Tîmên Floklorî jî çend dîlan û kevalên hunerî bo vê helkeftê gerandin û pêşkêş kirin.



Serokê Yekîtiya Islamî li Cezîrê, Mihemed Xerzanî ku beşdarî merasima cejna Akîtu kiribû, di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Me beşdarî di vê helkevtê de kir, daku em tekeziyê li ser pêkvejiyanê bikin, herwiha bikaribin cudahiyên neteweyî û olî kêm bikin, em cejna birayên xwe yên Kildan,Aşûr û hemû kiristiyanan pîroz dikin, em ji wan re dibêjin sersala we ya nû xweş be.”



Li gor şarezayan, di yekê Nîsanê de xweza xwe nû dike, herwiha salek nû destpê dike û her tişr li jiyanê di vê rojê de tê guhertin.



Endamê Komeleya Suryanî, Hena Sewmî jî derbarê pîrozbahiyên îsal ên cejna Akîtu li Cizîra Rojavayê Kurdistanê de da xuyakirin: “Em îro yekê Nîsanê, cejna Akîtu ya Babiliyan, Aşûriyan û Suryanan pîroz dikin, roja nûkirina xwezayê ye, sersalek nû ye ku hemû ji 6 hezar sal berê ve heta niha wê cejnê pîroz dikin.”



Bi baweriya şarezayan Cejna Akîtu di serdemên berê de 12 rojan berdewam dikir,Akîtu li ba Babilî-Aşûrî û Kildaniyan gelek bûyerên dîrokî, olî û civakî li xwe digire, berî her tiştî bihar destpêka jiyaneke nû ye.


Rudaw
Top