Bendava Dûkanê tije bûye
Ligor zanyariyan rêjeya ava gola Bendava Dûkanê bûye 7 milyar çargoşe û bendav tije av bûye.
Herî dawî Bendava Dûkanê di sala 1988an de tije av bibû. Berpirsên Bendava Dûkanê aşkere dikin ku tijebûna Bendava Dûkanê ti metirsiyê li ser mal û canê xelkê durist nake û wê lehî jî pêk neyê.
Zêdetir ji 2 hefteyane şepoleke baranbarînê Herêma Kurdistanê girtiye û ligel bajarên Kurdistanê ji ber barîna baranê lehî rabibû.
Basnews
