• Thursday, 19 February 2026
logo

Fuad Husên: Wekî ku di budceya Iraqê de derbas dibe, ji bo Herêma Kurdistanê pir başe

Gulan Media April 17, 2023 Nûçe
Fuad Husên: Wekî ku di budceya Iraqê de derbas dibe, ji bo Herêma Kurdistanê pir başe

Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragehand, wekî ku li budceya Iraqê de derbas dibe, ji bo Herêma Kurdistanê pir başe.

Fuad Husên di civîneke çapemeniyê de ragehand, Parlamentoya Iraqê dicive û ‘’Em li gel fraksiyona PDKê jî civiyan.’’

Herwaha got, gotûbêj derbarê projeyasaya budceyê de hatin kirin û tişta ku di budceya Iraqê de hatiye destnîşan kirin, ji bo Herêma Kurdistanê gelek başe.

Roja 13.03.2023yê encûmena Wezîrên Iraqê reşnivîsa projeyasaya budceya giştî pejirand, zêdetirî 198 trîlyon dînare û amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku wek beşek ji rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojane divê 400 hezar bermîl neftê bifroşe.

Berî naha berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ragehandibû, pêşdeçûn û lihevtêgeheştinekî baş di navbera Hewlêrê û Bexdayê de heye û ragehand, di serdana xwe ya Hewlêrê de Mesrûr Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî di hewayekî erênî de rêkeftin li ser berdewam karê bi hev re bikin û çareseriyê ji pirsgirêkan re li ser bingehê destûrê û karnameya hatî pejirandin a kabîneya Sûdanî berdewam bikin.

 

Basnews

Top