• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Burkina Faso di êrîşa li hember hêzên artêşê de 42 kes hatin kuştin

Gulan Media April 17, 2023 Nûçe
Li Burkina Faso di êrîşa li hember hêzên artêşê de 42 kes hatin kuştin

Li gor daxuyaniya ji aliyê artêşa Burkina Faso ve hatiye dayîn, li hember biryargeha milîsên xwebexş a li navçeya Yatenga ya li bakurê welat, ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve êrîşek pêkhatiye.

Hat ragehandin, ji bo bersivdana li hember wê êrîşê hêzên leşkerî ji herêmê re hatine veguhestin û di navbera hêzên artêşê û wan terorîstan de şer û pevçûn derketiye û di wê pevçûnê de 10 leşker û 32 milîsan jiyana xwe ji dest dane û 33 kes jî birîndar bûne. Herwaha hat ragehandin di wê pevçûnê de herî kêm 50 terorîst jî hatine kuştin.

Burkina Faso yek ji welatên herî feqîr ê cîhanê ye û ji sala 2015ê ve ji welatê cîran Malî ve grubên ser bi El Qaîde û DAIŞê gelek caran êrîşan pêktînin.

Herî dawiyê heftiya borî jî nêzîkî sînorê Nîjerê ve êrîş li hember du gundan pêkhat û 44 kes hatibûn kuştin. Di meha Sibatê de jî êrîşek pêkhatibû û 51 leşkeran jiyana xwe ji dest dabûn.

 

Basnews

Top