• Thursday, 19 February 2026
logo

Kemal Kerkûkî: Rewşa neasayî ya Kerkûkê encama xiyaneta 16ê Cotmehê ya YNKê ye

Gulan Media April 16, 2023 Nûçe
Kemal Kerkûkî: Rewşa neasayî ya Kerkûkê encama xiyaneta 16ê Cotmehê ya YNKê ye

 Endamekî Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bersiva berpirsekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) da û jê re ragihand, ku rewşa neasayî ya Kerkûkê encama xiyaneta 16ê Cotmehê ye.

Berpirsê melbenda YNKê li Kerkûkû û nûnerê YNKê yê li odeya operasyonê hevbeş a YNK û MÎTê ku piştî serdana Qubad Talebanî bo Enqerê li gel dezgeha sîxuriyê ya Tirkiyê hatiye avakirin, piştî di hevpeyvîna xwe ya dawî de ligel medyayê YNKê de spasiya Qubad Talabanî kir ji bo wergirtina wê postê û di berjewendiya siyaseta Bafel û Qubad Talabanî qise kir û êrîşî PDKê kir.

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Kemal Kerkûkî ji BasNewsê re got: “Hinek kesên di nav refên YNKê de, ji ber berjewendiyên xwe yên teng ku li ser berjewendiyên bilind ên stratejîk ên Kurdistanê ne. Nêzîkatiyeke şoreşgerî dimeşînin, her wiha ev demeke dirêj e bi awayekî vekirî di medyayê de banga hembêzkirina rayedarên Iraqê dikin.

Kerkûkî dibêje: ‘’Gelê kurd ti carî ji prensîbên doza xwe ya rewa tawîz nedaye. Hemû pêkhateyên xwecihî ji berjewendiyên Kerkûkê fêm dikin. Em piştrast in ku dê dengê xwe bidin kesên ku xizmeta gel dikin û berjewendiyên wan diparêzin. Propagandaya hinek kesên di nav YNKê de tê bîra me ku careke din komeke nav YNKê xiyaneteke veşartî neke! Weke ku Bafel Talebanî li ser ekranên televizyonan got, wî û 38 endamên serkirdatiya partiya xwe di 16ê cotmehê de ji bo vekişandina hêzên YNKê û radestkirina Kerkûkê îmze kirin û di berdêla hin destkeftiyên madî de şovenîstek wek parêzgarê bajêr ferz kirin. Xiyanet ji bo wan zehmet e ku dev ji wê berdin, ji ber ku wan ew kirine şêwaza jiyana xwe û gel bi wê xapandinê dixapînin û niha jî bi awayekî din berdewam dikin.”

Di berdewamiyê jî de Kemal Kerkûkî dibêje: “PDK bi dîrok û têkoşîna xwe ya li Kerkûkê tê naskirin, ji ber wê jî xiyanetkar nikarin bi kampanyayên medyayî vir û wir de bi rêya kampanyayên medyayî, ji bo aktîvkirina maddeya 140 a destûrê û asayîkirina rewşa Kerkûk û navçeyên Kurdistanê, bazariyan bikin û dîroka xwe ya tarî li Kerkûkê ji holê rakin. Beşek ji hevalên YNKê, xwe ji her hewleke bo Kerkûkê dûr xistine û mijûlî berjewendiyên hizbî û nakokiyan in.’’

 

Basnews

Top