Şaxewan Ebdullah: Hemû alî li ser derbaskirina bûdceyê li hev kirine
Cîgirê Serokê Meclisa Nûneran a Iraqê Şaxewan Ebdullah ragihand, xwendina duyemîn a projeyasaya bûdceyê dê sibê yan jî duşemê were kirin.
Şaxewan Ebdullah di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, pişka Herêma Kurdistanê di bûdceya Iraqê de hatiye diyarkirin, lewma ew ligel derbaskirina bûdceyê li Parlamentoya Iraqê ne.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah ragihand, li gorî rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê, Encûmena Wezîrên Iraqê dê roja sêşemê bicive û biryarê li ser wê çendê bide ku ji bo Herêma Kurdistanê were şandin.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Muhsen Mendelewî îro şemiyê got, Parlamentoya Iraqê raporta Komîteya Darayî ya derbarê proje yasaya bûdceyê wergirtiye û dê di rûniştina roja yekşemê de xwendina duyem a projeyasaya bûdceyê bike.
Parlamentoya Iraqê derengiya şeva Çarşemê bi amadebûna 235 parlamenteran xwendina xwe ya yekem a bûdceya 2023, 2024 û 2025ê li dar xist.
Qebareya giştî ya bûdceyê zêdetirî 198 trîlyon dînar e, ku pişka Herêma Kurdistanê %12.67 e û kêmbûna bûdceyê jî 63 trîlyon dînar e, dahata Iraqê jî 134 trîlyon dînar e.
Di 13ê Adara 2023ê de, Encûmena Wezîrên Iraqê projeyasaya bûdceyê ya ku zêdetirî 198 trîlyon dînar e pesend kir, ku di çarçoveya rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê de, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojane 400 hezar bermîl petrol bifroşe.
Berdevkê Hikûmetê Basam Awadî ji ajansa fermî ya Iraqê re ragihand: "Hejmara petrola ku di bûdceya îsal de tê hinartin rojane 3 milyon dolar e."
Dahata petrolê 117 trîlyon û 252 milyar dînar û dahata neftê jî 17 trîlyon û 301 milyar dînar e.
Tevahiya xerciya pêşniyarkirî 197 trîlyon û 828 milyar dînar e û projeyên sermayeguzariyê jî 47 trîlyon û 555 milyar dînar in.
