Li Efrînê heya niha berpirsê ENKSê girtî ye
Roja Yekşemê 31ê Adara 2019 polîsên serbazî yên ser bi rêveberiya ku Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê li Efrînê ava kirine, Endamê Encûmena Xwecihî ya ENKSê li Efrînê, Mihemed Elî Riza azad kirin.
Li gor zanyariyan, hîn Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSê Hisên Îbiş ku hevdem Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê ye, li cem polîsên serbazî li Efrînê girtî ye.
Pêr roja yekşemê, 31ê Adarê, polîsên serbazî li herêma Efrînê, Hisên Îbiş ku weke Bavê Kawa tê naskirin û Serokê Encûmena Xwecihî û Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê ye, û Endamê Encûmena Xwecihî ya ENKSê li Efrînê, Mihemed Elî Riza girtibûn.
Rudaw
