• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Sûdanê zêdetir ji 60 kesan hatine kuştin

Gulan Media April 16, 2023 Nûçe
Li Sûdanê zêdetir ji 60 kesan hatine kuştin

Şerê navxwe ev du roje li vê welatî destpê kiriye.

Ev du roje ku, dîsa şerê navxwe li Sûdanê destpê kiriye û pevçûneke dijwar di navbera hêzên dijber de heye.

Li gor çapemeniya cîhanî di encama şerê wan du rojan de heta niha herî kêm 60 kesên medenî hatine kuştin û nêzî 600 kesên din jî birîndar bûne.

Ev şer di navbera artêş û hêzên piştîvaniya bilez de destpê kiriye û sedema vê şerê jî guhertineke qanûniye ku, daxwaz dike hêzên piştîvaniya bilez bikevin bin kontrola artêşa Sûdanê de.

Top