• Thursday, 19 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Kîmiyabaran kirina Balîsan destpêka tavana hovane ya kîmiyabaranê bû

Gulan Media April 16, 2023 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Kîmiyabaran kirina Balîsan destpêka tavana hovane ya kîmiyabaranê bû

Derbarê salvegera kîmiyabaran kirina Balîsan û dola Xweşnavtî de peyamek belav kir.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera kîmiyabaran kirina Balîsan de peyamek belav kir ku, ev jî naveroka vê  peyamê ye;

Îro 16ê Nîsanê, salvegera tavaneke din ya rejîma berê ya Îraqê li dijî gelê Kurde ku, destpêka tavanên hovane ya kîmiyabaran kirina xelkê medenî ya Kurdistanê ye û ew jî tavana kîmiyabaran kirina xelk, xak û xwezaya bedev ya Balîsan û Şêx Wesanan û dola Xweşnavtiyê ye.

Bi rêzdarî ve şehîdên nemir yên vê tawana han bibîr tînin û serê rêzdariyê bo wan ditewînin û silav û rêz jî bo berketiyên çekên kîmiyayî û qurbaniyên vê tavaha han ya rejîma Besê ku, rê neda werin dermankirin û neçar man li gel kesûkarên xwe bi êş û azarên xwe ve li ber xwe bidin dinirên.

Balîsan û Şêx Wesanan û dola Xweşnavtî hertim navenda xebat, têkoşîn û rûbirû bûna stem û zordariyê bûne, pêgeh û cîhê hevandin û piştîvanî kirina pêşmerge û şoreşên Kurdistanê bûne jiber vê çend weke gelek carên din di buhara sala 1987an de dîsan ketine ber pêla reş û hovane ya tavanên rejîmê û hatin kîmiyabarankirin.

Di vê bîranîna han de tekez li ser gîringî dana zêdetir û xizmet kirina zêdetir ya wan deveran û şêniyên nîştimanperwer di her warî de dikin û silav bo rihêz paqêj yê şehîdan dinirên û hertim di bîra me dene.

Serokê herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

16ê Nîsana 2023an

 

Top