• Thursday, 19 February 2026
logo

Îraq hawirde kirina çend berheman ji Tirkiyeyê qedexe kir

Gulan Media April 16, 2023 Nûçe
Îraq hawirde kirina çend berheman ji Tirkiyeyê qedexe kir

Jiber belav bûna şopa mirîşkan ev biryar hatiye dayîn.

Li gor nûçeyeke ajansa fermî ya Îraqî, hikûmeta vê welatî biryar daye ku, hawirde kirina her cure mirîşk, balinde , teyir, hêk û her cure berhemên din yên di vê warî de ji Tirkiyeyê bo Îraqê qedexe bike.

Hikûmeta Îraqê eşkere kiriye ku, jiber belav bûna şopa mirîşkan ( enfulanzaya balindeyan) hawirde kirina wan berhemên han ji Tirkiyeyê bi temamî qedexeye.

Top