Amerîkayê radestkirina firokeyên F 35 bi Tirkiyê da rawestandin
Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê Mike Anders di daxuyaniyekî de ragihand ku, piştî rijdbûna Tirkiyê li ser biryara wergirtina sîstema Rûsî, wan biryara rawestandina şandina amûr û hemû çalakiyên taybet bi radestkirina firokeya F 35 daye.
Mike Anders diyar kiriye: “Piştî rijdbûna Tirkiyê li ser biryara wergirtina sîstema Rûsî, me biryara rawestandina amûr û hemû çalakiyên taybet bi radestkirina firokeyên F 35 da.”
Berpirsên Amerîkî di rojên derbasbûyî de li ser biryara wergirtina sîstema berevaniya esmanî ya S 400 a Rûsî hişyarî dabûne Tirkiyê, lê belê Enqere li ser kirîna wê sîstema mûşekî ya Rûsî rijd e.
Li gor zanyariyan, berpirsên Amerîkayê di rojên bihorî de Tirkiye ji wê biryarê agahdar kirine ku êdî ti barên din ên kelûpelên firokeyên F 35 ji Tirkiyê re nayên şandin ku ji bo karkirina wan firokeyên şer pêwîst in û ji aliyê kompanyaya Lukhed Martin ve tên çêkirin.
Her li gor wan zanyariyan, şandina karwana herî dawî ya wan kelûpelan ku taybet bi amûrên rahênanê û hin kelûpelên din bûye, ji aliyê Amerîkayê ve hatiye hilweşandin.
Serokomarê Tirkiyê û Wezîrê Derve yê wî welatî çendîn caran tekezî li ser wê yekê kirine ku ew rij din li ser wergirtina sîstema bergeriya esmanî ya S 400 a Rûsî. Tirkiyê pêştir ragihadiye ku ew dê di Tîrmeha îsal de sîstema S 400 ji Rûsyayê werbigirin.
Du roj berî niha jî Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mevlut Çavuşoglu piştî hevdîtina li gel Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov gotibû: Me ji bo S-400ê bi Rûsyayê re rêkevtin îmza kir. Mijar temam bûye.
Ajansa Reutersê jî ji zarê çavkaniyên pilebilind ên Amerîkî ve ragihandiye ku Senatoya Amerîkayê pêşnûmeyek ji bo rawestandina radestkirina firokeyên F 35 bi Tirkiyê amade kiriye.
Amerîka wiha dibîne ku sîstema S 400 metirsî ye bo ser firoeyên wê yên F 35 û bi tundî li dijî vê yekê ye ku Tirkiyê wê sîstemê ji Rûsya bikire.
Rudaw
