• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Rojavayê Kurdistanê gund di bin avê de mane

Li Rojavayê Kurdistanê gund di bin avê de mane
Ji destpêka meha Adarê ve Rojavayê Kurdistanê rastî şepêleke baranê tê, bi sedema wê jî lehî li piraniya gundewarên Qamişlo û Tirbespiyê rabûye û gelek xanî û malên gundiyan di bin lehiyê de mane.

Piştî baraneke bi hêz, çemên avê berê xwe didin malên gundiyan û ji ber piraniya malan ji axê ne, gelek ji wan herifîne yan jî bi temamî mal di bin avê de mane. Tunebûna alîkariyê û tîmên hewarçûnê jî gazinên welatiyan zêdetir dikin.

Li ser dirêjahiya riya di navbera bajarê Qamişlo û Dêrikê de çemên avê rê birîne, rêjeya bilind ji baranê jî çemên ku çendî sal av di wan re neherikiye, hiştiye ku lehî tê de çê bibin. Ava zêde û berdewamiya baranê rûberên mezin ji zeviyên çandiniyê bi avê nuxumandine, ku berdewamiya vê rewşê dê ziyanên herî mezin li ser çandiniyê peyda bike.

Ji destpêka meha Adarê ve Rojavayê Kurdistanê rastî şepêleke bahoz û baranê tê, li gorî navendên keşûhewayê ev bahoz ta bi heftiyeke din dê berdewam be, ziyanên bahozê jî ta nuha madî ne, lê di gel kêmbûna amedebaşî û karînan, metirsiyên welatiyan bi zêdebûna ziyanên vê lehiyê zêdetir dibin.

K24
Top