• Saturday, 14 February 2026
logo

Îmamoglu spasiya HDPê û Kurdan kir

Îmamoglu spasiya HDPê û Kurdan kir
Berbijêrê Partiya Komarî ya Gel (CHP) yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ji ber piştgiriya wan spasiya HDPê û Kurdan kir û ragihand: “Peywendiyeke min a semîmî û jidil bi hevbajariyên min ên Kurd û hevwelatiyên min ên Kurd re heye.”



Ekrem Îmamoglu li bajarê Stenbolê di daxuyaniyeke çapemeniyê de li ser pirsa Peyamnêrê Rûdawê Rawîn Stêrk a derbarê bandora Kurdan di encamên Stenbolê de diyar kir: “Peywendiyeke min a semîmî û jidil bi hevbajariyên min ên Kurd û hevwelatiyên min ên Kurd re heye.”



Îmamoglu di destpêka axaftina xwe de li ser rêjeya dengan axivî û spasiya hemû aliyan kir û ji ber piştgiriya wan spasiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir.



Rawîn Stêrk: Li gor encaman, êdî tê zanîn, ji ber ku HDP li Stenbolê berbijêr destnîşan nekir û rêjeyeke bilind ji dengderên Kurd dengê xwe dan we hûn bi ser ketin, gelo peyameke we ji bo dengderên Kurd heye?



Ekrem Îmamoglu: Peywendiyeke min a semîmî û ji dil bi hevbajariyên min ên Kurd û hevwelatiyên min ên Kurd re heye. Ev ne tenê ji bo îro, yan tenê li ser hevwelatiyên Kurd nîne, tevger, serederî û nêzîkbûna min ji bo hemû kesên ku li Stenbolê dijîn, di heman nêzîkatiyê de ye. Zimanê ku di vê hilbijartinê de hat bikaranîn, em jî birîndar kirin, ev jî bû sedema wê yekê ku peywendiya me ya li gel dengderan bihêztir bibe. Ne tenê li ser hevbajarî û hevwelatiyên min ên Kurd, em dê ji bo tedawîkirina hemû birînên ku hene hewl bidin. Em dê bi hemû grûp, hemû netewe û hemû komên baweriyê re yek bi yek biaxivin û em dê pêvajoyeke gelek cuda û demokratîk li Stenbolê bidin jiyîn. Min ev bi her kesî re parve kir, ji ber vê bila ti gumanên wan tine be.


Rudaw
Top