• Saturday, 14 February 2026
logo

Serokê Partiya Turkmen Elî naveroka civîna bi Serok Barzanî re aşkere kir

Serokê Partiya Turkmen Elî naveroka civîna bi Serok Barzanî re aşkere kir
Serok Mesûd Barzanî ligel şandeke Turkmen tekez kirin ku Kerkûk ji aliyê Kerkûkiyan ve bê birêvebirin.

Îro Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Partiya Turkmen Elî Riyaz Sarikehye kir. Di hevdîtinê de Serokê Partiya Turkmen Elî spasî helwestên Serok Barzanî ya li piştgîrîkirina mafên Turkmen û pêkhatên din yên li qonaxên cûda cûda de û nivîsîna destûra Iraqê û her wiha li jiyana siyasiya Herêma Kurdistanê de kir.

Di derbarê çarenûs û rewşa Kerkûkê jî tekez li wê yekê kir ku Kerkûk pêwîst e bibê mînaka pêkvejiyana olî û mezhebî û neteweyî û parastin û birêvebirina Kekûkê jî bi destê Kerkûkiyan bi xwe ve be.

Derbarê naveroka civînê de Serokê Partiya Turkmen Elî Riyaz Sarikehye ji K24ê re got: “Serdana me di keşûhewayeke gelek dostane de bû, ji bo guftûgo û şêwirmendiyê li ser rewşa navçeyên Kerkûkê bû ta bigihin rêkeftinekê bi armanca xizmetkirina li gelê Turkmen û gelê Kurd û tevahiya pêkhateyan, ji ber ku navçe hestiyar e û pêwîst e em hemû bigihin çareseriyekê û mafê me hemûyan bê parastin.”

K24
Top