Erdogan: Spasiya birayên xwe yên Kurd dikim
Recep Tayyip Erdogan di axavtinekê de ji alîgirên AK Partiyê re ragihand: Encama ku Tifaqa Cumhur bi dest xistiye, nêzîkî encama hilbijartinên 24ê Hezîranê ye.
Erdogan amaje bi vê yekê kir, ku dengên AK Partiyê û Tifaqa Cumhur li bajarên Bakurê Kurdistanê zêde bûne û got: “Ez spasiya birayên xwe yên Kurd dikim.”
Erdogan herwiha tekez kir: “Encamên li başûrê rojhilat derseke pir giring da ewên ku dixwestin dest bi ser îradeya birayên me yên Kurd de bigirin.”
Serokomarê Tirkiyê herwiha cardin gefa destpêkirina operasyoneke serbazî bo ser herêma Minbicê û herêmên li rojhilatê Firatê, ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ne, kir û got: “Niha armanca me paqijkirina Minbic û rojhilatê Firatê û parastina ewlehiya Sûriyê û vegerandina Sûriyên li welatê me bo cihê xwe ye.”
Erdogan herwiha destnîşan kir, ew weke AK Partî û Tifaqa Cumhur, eger li cihekê li ser encamên hilbijartinên îtîraza wan hebe, ew dê îtîrazên xwe pêşkêşî Saziya Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) bikin.
Di beşeke din a axavtina xwe de, Erdogan da xuyakirin ku encamên fermî û dawî dê ji aliyê YSKê ve bêne ragihandin û ew li benda ragihandina encaman dimînin.
Rudaw
