Heşda Şeibî zilmê li kurdên şebek dike
Parlementerê berê yê Iraqê û nûnerê kurdên şebek, Salim Cumhe li ser rewşa kurdên şebek ji BasNewsê re got, kurdên şebek yên li deşta Neynewa di rewşek xirab de dijîn ji ber ku Heşda Şeibî zilmê li wan dike.
Salim Cumhe her wiha got, çekdarên Heşda Şeibî nahêlin kurdên şebek bi asûdeyî jiyana xwe biborînin. Bi zorê bacê ji wan distînin. Eger kurdekî şebek ji xwe re bizinekî bikirre, çekdarên Heşda Şeibî serê wê bizinê jî bacê distînin!
Nûnerê kurdên şebek da zanîn, eger kesek jî li dijî wan kiryarên Heşda Şeibî nerazîbûnê nîşan bide, tê girtin.
Basnews
