• Thursday, 19 February 2026
logo

Îmarat berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê

Gulan Media April 14, 2023 Nûçe
Îmarat berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê

Serokwezîr li gel şandeke Îmaratî civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Îmaratî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya şandeke Îmaratî bi Serokatiya Cîgirê wezîrê karûbarê civata wezîran ya Îmaratê birêz Ebdula Nasir Lotah kir.

Di civînê de me balkêşande ser têkiliyên dostane û taybetî yên di navbera herêma Kurdistanê û dewleta Îmaratê de û spasiya hikûmeta herêma Kurdistanê bo her du xwedan şiko Şêx Mihemed bin Zayid û Şêx Mihemed bin Raşêd Serok û Cîgirê Serokê Îmaratê kir bo piştîvanî û piştgîriyên wan yên berdewam bo herêma Kurdistanê.

Cîgirê wezîrê karûbarê civata wezîran ya Îmaratê jî kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo herêma Kurdistanê diyar kir û tekez li ser vê yekê  jî kir ku, Kuridstan xwedan cîheke taybete li cem Îmaratê û amadebûna welatê xwe jî bo her cure hevkarî û hemahengiyek li gel hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir.

 

Top