Selahattin Demîrtaş: Ji bo ku PKKê li Tirkiyê dest ji çekan berde, çi ji destê me bê em ê bikin
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ragihand: “Ji bo ku PKKê li Tirkiyê dest ji çekan berde, çi ji destê me bê em ê bikin.”
Selahattin Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê zindanîkirî ye, li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê çekberdana PKKê de daxuyaniyek da.
Demîrtaş diyar kir: “Em soz didin gelê xwe, em ê bi hemû hêza xwe bikin ku piştî rejîma Erdogan a bi pevçûnan xwe bihêz dike, ji bo ku PKKê li Tirkiyê dest ji çekan berde, çi ji destê me bê em ê bikin û em ê tekez bi ser bikevin.”
Herwiha destnîşan kir: “Em ê tekez pirsgirêkên xwe li parlamentoyê, di çarçoveya hiqûqê de çareser bikin û aştiyeke mezin a civakî pêk bînin.”
Basnews
