Civata Wezîran cejna Ekîto pîroz dike
Civata wezîran hêvîdar e di sala nû da hemû ew malbatên ji ber şer û nearamiyê neçar bûn ji mal, milk û warên xwe koçber bibin, bi serbilindî bo ser mal û milkê xwe vegerin, deverên wan bên avadan kirin û parastin û cejnên bên di nav aramî, avadanî û tenahiyê da pîroz bikin.
Bi vê boneya pîroz da, hikûmeta Herêma Kurdistanê, weke hertim, dê ji bona kûrtirkirina kultûra pêkvejiyan, lêbihurîn û aşitiyê di navbera hemû pêkhateyên olî û neteweyî da li Kurdistanê, kar bike.
Careke din cejneka aram û bextewr ji bo hemû xûşk û birayên aşurî, kildanî û siryanî dixwzîn. Hempû sal bi xeşî bin.
Civata wezîrên Herêma Kurdistanê
31.03.2019
