PYD: Rizgarkirina Efrînê ji karê me yê pêşiyê ye
Hevserokê PYDê Şahoz Hesen di hevdîtinekê bi ajansa “al-Arabiya” re ragihand, Tirkiyê Efrîn dagîr kiriye, rizgarkirina Efrînê ji destê Tirkiyê û grûpên çekdar yên ser bi wê ve ji karên wan ên pêşîne ye û bê çareserkirina rewşa Efrînê û vegera xelkê wê ti çareyên rasteqîne ji Sûriyê re dê nebe.
Şahoz Hesen tekez kir, ew çawa rûbirûyî DAIŞê bûn, ewê bi heman awayî rûbirûyî gef û êrîşên Tirkiyê jî bibin.
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên alîgirê Tirkiyê ji roja 18ê Adara 2018an ve herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dagîr kirine.
Li ser pirsa danûstandinên bi rêjîma Sûriyê re, Hevserokê PYDê got, ti pêşketineke wan bi rêjîma Sûriyê re nîn e, lê ew ji her danûstandin û guftûbêjan re amade ne.
Got jî, nabe rêjîma Sûriyê bi zimanê gefê biaxive, ji ber ku niha ew ziman krîzê kûrtir dike û divê bi hev re li çareseriyeke siyasî bigerin.
K24
