• Thursday, 19 February 2026
logo

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî bo koça dawî ya Îmad Baban

Gulan Media April 13, 2023 Nûçe
Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî bo koça dawî ya Îmad Baban

Ji ber koça dawî ya kesayetê diyar ê Kurd Îmad Celal Baban, Serok Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir.

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Ji Xwedayê mezin hêvîdar im ruhê xwedê jêrazî Îmad Baban bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşîne.”

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi mixabiniyeke mezin ve nûçeya koça dawî ya kesayetiyê diyar ê Kurd Îmad Celal Baban ê birazayê Mehmûd Begê Baban gihîşt min.

Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbata birêz ya xwedê jêrazî Îmad Baban û kesûkar û dost û nasên wan dikim û xwe bi hevbeşiya xema wan dizanim.

Ji Xwedayê mezin hêvîdar im ruhê xwedê jêrazî Îmad Baban bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşîne.

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em Ji Xweda Hatin û Em ê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî

12ê Nîsana 2023an

 

K24

Top