• Thursday, 19 February 2026
logo

Civîna Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Vatîkanê destpê kir

Gulan Media April 13, 2023 Nûçe
Civîna Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Vatîkanê destpê kir

Beriya niha Serokê herêmê li gel Papa civiya bû.

Kêliyek beriya niha civîna Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li gel Serokwezîrê Vatîkanê Cardinal Parolin destpê kir.

Di civînê de behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Vatîkanê, rewşa aware û penaberên li Kurdistanê û mijara bihevre jiyana aştiyane ya pêkhateyan tê kirin.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhê bi serdaneke fermî çû bû Îtaliyayê û îro danê sibê jî ji aliyê Papaya Vatîkanê ve hate pêşwazîkirin û pişt re jî civîneke du alî lidarxistin.

 

Ktv

Top