Nûnera Mesîhî: Me biryar daye bihêz beşdarî hikûmeta nû ya Kurdistanê bin
Seroka fraksiyona Keldan li parlamentoya Kurdistanê Klara Udîşu ji BasNewsê re ragehand, em li gel şandeya danûstankar a PDKê civiyan û me pêşneyarên xwe dane wan, bo wergirtina çend payeyan di kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê de. Payeyên me daxwaz kirine jî ji wezîrtî, şêwirmendî û rêveberên giştî ne. hîn rêkeftina dawiyê nehatiye kirin, lê razîbûnekî destpêkê hatiye nîşandan bo wergirtina hin payeyan ji bo mesîhiyan.
Klara Udîşu got, pêkhateya mesîhiyan li herêma Kurdistanê biryar daye bihêz beşdarî kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê bibe û mesîhî dixwazin pêgeha wan di hikûmetê de hebe, ji ber berî naha jî em her alîkar bûne ji bo serxistina proseya siyasî li herêma Kurdistanê de.
Seroka fraksiyona Keldan got, em wek îstiqaqê helbijartinê daxwaza payeyan nakin, em ji ber ku wek mesîhî di hemû nexwaşiyên Kurdistanê de beşdar bûne û ji ber wê jî me xwestiya beşdariya mesîhiyan di kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê de rasteqîne be û me nûnerên xwe li hemû parêzgehan hebe.
Basnews
