• Saturday, 14 February 2026
logo

Encamên hilbijartinên Şaredariyan diyar bûn

Encamên hilbijartinên Şaredariyan diyar bûn
di dema dengdanê de 4 kes hatine kuştin
Duhê piştî bi dawî hatina prosesa dengdanê bo hilbijartina Serok Şaredariyan û encamên civata Şaredariyan li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, encamên hilbijartinan jî hatin diyarkirin.

Li gor encamên ku ji aliyê çapemeniya Tirkiyeyê ve hatine belavkirin, AKP dîsa bûye yekem lêbelê bajarên mezin yên Tirkiyeyê weke Enqere, Îstenbûl û Izmîrê wenda kir û ew yek jî şikesteke mezine bo AKPê.

Herwiha HDP jî li gor encamên dawî hinek dengên xwe kêm kiriye û kariye 8 Serokşaredarî bidest bîne.

Hevpeymaniya CHP û IYI partî jî kariye li hin deveran dengên xwe zêdetir bike.

Duhê di dema prosesa dengdanê de herî kêm 4 kes hatibûn kuştin û zêdetir ji 30 kesan jî birîndar bibûn.
Top