• Thursday, 19 February 2026
logo

Di çavdêriya Serok Barzanî de Konferansa Zanistî-Navnetewî ya nasandina jenosîda kurdên Feylî birêve diçe

Gulan Media April 12, 2023 Nûçe
Di çavdêriya Serok Barzanî de Konferansa Zanistî-Navnetewî ya nasandina jenosîda kurdên Feylî birêve diçe

Di çavdêriya Serok Barzanî de Konferansa Zanistî-Navnetewî ya ji bo nasandina jenosîda dosya ya kurdên Feylî birêve diçe û berpirsê karûbarên kurdên Feylî li Baregeya Barzanî vê derbarê de hin zanyarî aşkera kirin.

Îro 12.04.2023yê berpirsê karûbarên kurdên Feylî li Baregayê Barzanî Elî Feylî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di çavdêriya Serok Mesûd Barzanî de li bajarê Hewlêrê Konferansa zanistî-Navnetewî ya ji bo nasandina jenosîda gelê Kurddistanê û dosya kurdên Feylî birêve diçe, ku 2yê meha pêş me dê konferans destpê bike û dê 3 rojan berdewam bike. Konferans bi beşdariya lêkolînvanên piraniya zanîngehên cîhanê û bi serpereştiya Baregayê Barzanî birêve diçe û cîhbicîkkarên konferansê jî zanîngehên Selahedîn, Duhok û Soran in.’’

Elî Feylî got: ‘’Armanca vê konferansê ew e ku ew tewanê dijî kurdên Feylî hatiye kirin û nirxê pêwîst nehatiye dayîn û ji aliyê civaka navnetewî ve bi awayekî zanistî nehatiye nasîn û nirx jê re nehatiye dayîn. Ew tewanê ku derbarê kurdên Feylî de sala 1980ê pêkhat û bi awayekî hovane nêzîkî 600 hezar kurdên Feylî li Iraqê hatin derxistin û ber bi Îranê ve derkirin û ti tewanek jî nekiribûn û dest li ser serwet û dewlemendiya wan de hate girtin û 22 hezar ciwan jî heta naha bêserûşûn in. Ango tewanekî gelek mezin li hember kurdên Feylî pêkhat û nirx jê re nehate dayîn û em jî dixwazin nirx jê re bê dayîn. Ev daxwaza me ye, wekî kurdên Feylî li Cenabê Serok Barzanî û em dixwazin nirx jê re bê dayîn.’’

Herwaha got: ‘’Heta naha ziyanlêketiyên kurdên Feylî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve nehatine qerebû kirin.’’
 

 

Basnews

Top