• Saturday, 14 February 2026
logo

Encamên herî destpêkê yên hilbijartinên Tirkiyê

Gulan Media March 31, 2019 Nûçe
Encamên herî destpêkê yên hilbijartinên Tirkiyê
Li gor encamên destpêkê yên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê, heta niha %10.4ê sindoqên dengdanê hatine vekirin û dengên van sindoqan hatine hejmartin.



Li gor encamên destpêkên yên ku Ajansa Anadoluyê belav kirine, ji wan dengên ku hatine cudakirin û hejmartin, AK Partî bi bidestxistina %49.9ê dengan di rêza yekem de cih girtiye û CHP bi bidexistina %20.9ê dengan di rêza duyem û HDP jî bi %6.5ê dengan di rêza sêyem de ne.



Herwiha IYI Partî bi %6.9ê dengan, MHPê bi %6.4ê dengan, Partiya Saadetê jî bi %2.1ê dengan di rêzên çarem heta şeşem de cih digirin.




AK Partî: %49.9



CHP: %20.9



HDP: %6.5



IYI Partî: % 6.9



MHP: %6.4



Saadet: %3.1



18:50 Li gor encamên ne fermi berbijêrê Partiya Komûnist li pêş e


Li gor encamên destpêkê yên ne fermî li bajarê Dêrsim ji sedî 80 dengan hatine hejêmartin û Berbijêrê Partiya Komunîst a Tirkiyê Mehmet Fatih Maçoglu li pêş berbijêrên din e.



Peyamnerê Rûdawê yê Dêrsimê Alî Haydar ragihand ku li gor encamên ne fermî Mehmet Fatih Maçoglu ji sedî 80 dengên cudakirî ji sedî 32.82 bidest xistiye.



Alî Haydar herwiha da zanîn ku heta niha Berbijêra Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nurşat Yeşil ji sedî 28.36, Berbijêrê CHPê Yusuf Kenan Aydin ji sedî 20.52 û Berbijêrê AK Partiyê Gokhan Arasan jî ji sedî 14.34 an dengan bidest xistine.

Rudaw
Top