• Saturday, 14 February 2026
logo

Ahmet Turk: Çend saet man ku qeyûm biçin

Gulan Media March 31, 2019 Nûçe
Ahmet Turk: Çend saet man ku qeyûm biçin
Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag û Ahmet Turk dengê xwe dan.

Turk piştî dengdanê ji çapemeniyê re axivî û got, “Em zanin ku her dengek ji bo paşeroja me girîng e. Em bi hêvî ne, ku hilbijartin bibe wesîleya paşerojeke aştiyane, biratî û edaletê.

Gelê me li benda vê rojê bû. Hevalên me û gelê me gelekî xebitîn. Zêde nema, tenê çend saet man. Îradeya gelê me hate desteserkirin. Gelê me wê îro bersiva pêwîst bide.”

Namzetên HDP’ê yên hevşaredariyên Nisêbîn, Qoser, Artûklû, Mîdyat, Omerlî, Stewr, Dêrik û Şemrexê dengê xwe dan.

Top