• Thursday, 19 February 2026
logo

Ji ber barîna baranê gelek xaniyên xelkê Şingalê hilweşiyan

Gulan Media April 12, 2023 Nûçe
Ji ber barîna baranê gelek xaniyên xelkê Şingalê hilweşiyan

Qaymeqamê qeza Şingalê ragehand, ji ber barîna baran û lehiyê gelek xaniyên xelkê Şingalê hilweşiyan û rêjeya wêraniya Şingalê ji sala 2014ê ve heta naha gelek zêde bûye.

Qaymeqemê qeza Şingal Nayif Seydo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li Şingalê ew xaniyên sala 2014ê de terorîstên DAIŞê hilneweşandibûn, ji ber barîna baran û rabûna lehiyê hilweşiyan. Ji ber piraniya xaniyên xelkê Şingalê ji ax û herriyê hatine çêkirin û ev 8 sale vala ne û nehatine nûjen kirin.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Koçber heta naha nikarin vegerin, xaniyên wan wêran bûne, bendewarî dihate kirin di heyama 6 mehên îsal de hikûmeta federal a Iraqê koçberan vegerîne Şingalê. Lê ev çar mehe ji sala 2023yê derbas bûn, hîn hikûmeta Iraqê ti pêngavek neavêtiye û grubên çekdar di nav Şingalê de mane û koçber ji rewşa Şingalê piştrast nînin ku vegerin.’’

Nayif Seydo diyar kir: ‘’Hin gund li Şingalê hene beşa piraniya xaniyên wê wêran bûne û sal bi sal jî rêjeya wêraniya xaniyan zêde dibe, ji ber piraniya xaniyan bi herrî û axê hatine çêkirin, ji ber wê jî nikarin xwe ragirin û hildiweşin.’’

Qaymeqamê Şingalê got: ‘’Gelek sedemên nevegera koçberên Şingalê hene, derveyî xanî herrî ne û ji ber barîna baranê hilweşiyane, hikûmeta federal a Iraqê xelkê ziyandîtiyê Şingalê qerebû nekiriye û xaniyên wan nûjen nekirine.’’

Herwaha aşkera kir: ‘’Hîn li hin cîh û deverên Şingalê paşmayên karên terorîstên DAIŞê mane û mîn û teqemenî nehatine paqij kirin, me gelek caran daxwaz kirine hemû Şingalê li mîn û teqemeniyên terorîstan nehatine paqij kirin, lê heta naha li hin cîha ew kar nehatine kirin.’’

 

Basnews

Top