• Thursday, 19 February 2026
logo

Di serpereştiya Mesrûr Barzanî de Encûmena Wezîran kom dibe

Gulan Media April 12, 2023 Nûçe
Di serpereştiya Mesrûr Barzanî de Encûmena Wezîran kom dibe

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 12ê Nîsana 2023an bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dicive û hin mijar dê bên gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di xala yekem a civînê de pirsa parastina welatiyan û saziyên xizmetguzariyê yên hikûmetê bi rêya dûrgirtina Herêma Kurdistanê ji rakêşana pirsgirêkên herêmî û derve bo nav Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin.

Xala duyem a civînê taybet dibe ji bo babeta peydakirina derman û pêdiviyên bijîşkî, ji bo diyarkirina pirsgirêk û çareseriyan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di xala sêyem a civînê de dê babeta siyaseta parastina zarokan li Herêma Kurdistanê were pêşkêş kirin. 

 

Basnews

Top