100 sal di ser parêzgehbûna Hewlêrê re derbas dibin
Îro 100 sal di ser parêzgehbûna Hewlêrê re derbas bibe. Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw jî bi vê boneyê peyamek belav kir û tê de got: “Em hêvîdar in ku Hewlêra serbilind her dem geş, bedew, avedan û aram bimîne.”
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw li tora civakî ya “Facebook” nivîsî: “Bi boneya 100 saliya parêzgariya Hewlêrê, bajarê hezkirin û aştiyê, keleha bilind û birûmet ya pêkvejiyan û hevduqebûlkirina olî, em pîrozbahiyê li rûniştvanên bajarê xwe bi taybetî û hemû Kurdistaniyan bi giştî dikin. Em hêvîdar in ku Hewlêra serbilind her tim geş, bedew, avedan û aram bimîne.”
Omêd Xoşnaw dibêje: “Hewlêr sembola avedanî û aştiyê ye, hilgira ala pêkvejiyan, tebayî û biratiyê ye, di dirêjahiya dîroka xwe ya bi hezaran salan de bûye lûtkeya berxwedanê, pêşenga azadîxwazî û xweragiriyê û parêzvana mafên rewa yên gelê me, karwana qurbanîdan, têkoşîna azadiyê, navenda şoreş û şoreşgerên Kurdistanê bûye. Hewlêr cihê zanayên olî û navenda pêgehandina helbestvan, nivîskar û hunermendên mezin bûye, ji ber wê jî her Kurd û Kurdistanî li her devereke cîhanê be, şanaziyê bi Hewlêrê Paytexta Kurdistanê dike.”
Parêzgarê Hewlêrê got jî: “Em ji Xwedayê mezin hêvî dikin ku derfetê bide me ku 100 saliya parêzgariya Hewlêrê bikin hêvana avedanî, bexteweriya zêdetir û xizmetkirina zêdetir a welatiyan.”
Ragihand jî, Hewlêr navê gel e, xakeke resen e, welatê evînê ye û hembêza mirovatiyê ye. Bi vê nav û navnîşana xwe jî, weke minareya xwe serbilind e û weke keleha xwe sîngfireh dimîne.
Hewlêr bajarekî kevnar ê Başûrê Kurdistanê ye û niha Paytexta Herêma Kurdistanê ye. Ev bajar yek ji bajarên herî kevn ên cîhanê tê hejmartin ku dîroka wê vedigere pênc hezar sal berî zayînê.
Parêzgeha Hewlêrê di van salên dawî de li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê bûye navendeke girîng a bazirganî û geştiyariyê.
Li gorî amarên Rêveberiya Geştûguzariyê ya Hewlêrê, di sala 2022an de zêdetirî du milyon û heftsed û pêncî û du hezar geştyarên navxweyî, Iraqî û biyanî serdana Hewlêr û derdora wê kirine.
Di heyama salekê de jî, nêzîkî 800 projeyên mezin, biçûk û navîn li parêzgeha Hewlêrê hatine cîbicîkirin.
K24
