• Saturday, 14 February 2026
logo

Erdogan û Kiliçdaroglu ji ber bûyera li Meletî sersaxî da Karamollaoglu

Gulan Media March 31, 2019 Nûçe
Erdogan û Kiliçdaroglu ji ber bûyera li Meletî sersaxî da Karamollaoglu
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji ber bûyera li Puturgeya navçeya Meletiyê telefonê Serokê Giştî yê Partiya Saedetê Temel Karamollaoglu kir û sersaxî da wî.



Li gor daxuyaniya Serokomariyê, Recep Tayyip Erdogan ji ber şerê hilbijartinê ya li Puturgeya navçeya Meletiyê ya ku 2 welatî hatin kuştin, telefonê Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu kir.



Erdogan sersaxî da Karamollaoglu û ji ber bûyerê xemginiya xwe anî ziman.



Erdogan got ew dê bûyerê bişopînin, berpirsyar wê li ber edaletê hesabê vê yekê bidin.



Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaoglu ji ber kuştina 2 kesan ser saxî da Karamollaoglu.



Li gor daxuyaniya nivîskî ya Şaxa Çapemeniyê ya CHPê Kiliçdaoglu telefonê Karamollaoglu kir.



Kiliçdaoglu derbarê bûyera li navçeya Puturgeyê da agahî hilda û sersaxî da Karamollaoglu.



Li Puturgeya navçeya Meletî di dema dengdayînê de li dibistanekê di navbera wezîfedarên sindoq û komeke dengdêran de şerê biçek çêbû, 2 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.



Di şer de Hasan û Îlyas Aktaş hatin kuştin, Alî Aktaş jî birîndar bû.



Alî Aktaşê birîndar bûye rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Poturgeyê.



Temel Karamollaoglu diyar kir ku biraziyê berbijêrê AK Partiyê yê Poturgeyê êriş biriye ser wezîfedarekî wan ên sindoqan.



Walîtiyê derbarê bûyerê da daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand: "Li taxa Bolunmezê ya li navçeya Puturgeyê 31ê Adarê di saet 10.00an de li ser sindoqa di mijara rêbaza dengdayînê de niqaş derketiye, 2 welatiyên me mirine, kesek jî birîndar bûye. 4 gumanbar hatine desteserkirin."

Rudaw
Top