Heşdî Şeibî bersiva Berhem Salih û Helbûsî da!
Parlamentere Iraqê yê hevpeymaniya Fetih Mihemed Beldawî ji çapemeniya Iraqê re ragehand, li gel hevpeymaniya Saîrûn hewl didin bi yasa hêzên Amerîkayê ji Iraqê derbixin.
Berî naha Serokkomarê Iraqê Berhem Salih ragehandibû, ku hêzên Amerîkî li ser daxwaza hikûmeta Iraqê li welat bi cîh bûne û ‘’ti dijatiyekî bo hebûna hêzên Amerîkayê li Iraqê nabînim.’’
Herwaha serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî jî ragehandibû ku hebûna hêzên Amerîkayê garantiya rêgirtina li destverdanên derve ya karûbarên navxwe yê Iraqê ye.
Li hember vê Mihemed Beldawî ragehand, Berhem Salih û Mihemed Helbûsî di bin fişarên Amerîkayê de daxuyanî li gor berjewendiya mayîna hêzên Amerîkayê li Iraqê de dane.
Basnews
