Hevseroka HDPê Pervîn Buldan dengê xwe bi kar anî
Pervîn Buldan diyar kir, ew hêvî dikin ku ev hilbijartin dê ji bo aştî û azadî û wekhewiyê sûdê bide.
Buldan destnîşan kir ku di dema bangeşeya hilbijartinan de bi tempoyeke sift xebitîne û gelek westiyane.
Hevseroka HDPê amaje bi wê yekê kir ku di proseya bangeşeyê de gelek hewl dane ku ji bo Tirkiyê û pêşeroja wê, gelek tiştan bibêjin, lê ti kanalên ragihandinê cih nedane karûbarên wan ên hilbijartinan û nehiştine dengderên HDPê berbijêrên xwe bibînin.
Pervîn Buldan eşkere kir: “Me gelek kar kir. Her roj li qadên mîtîngan. Gelek derew li ser me hatin gotin, gelek îftira avêtin ser me û di heman demê de xwestin li hemberî me fikreke cuda bidin çêkirin. Me gelek tişt di vî warî de ji xelkê re got. Em hêvîdar in ku gelê me dê îro li ser sindoqan erkê xwe bi cih bike.”
Buldan da zanîn: “Min dengê xwe da û ez dê rasterast derbasî Amedê bibim. Ji ber ku ez dixwazim li wir bibînim çawa qeyûm biçe.”
Rudaw
