• Saturday, 14 February 2026
logo

Dr. Kemal Kerkûkî: Rewşa Kerkûkê asayî nebe em beşdarî hilbijardinan nabin

Gulan Media March 31, 2019 Nûçe
Dr. Kemal Kerkûkî: Rewşa Kerkûkê asayî nebe em beşdarî hilbijardinan nabin
Berpirsê Encûmena Serkirdayetiya Kerkûk- Germiyanê yê PDKê Dr. Kemal Kerkûk merc û hellwêsta hizba xwe derbarê hilbijardina Kerkûkê aşkere kir.

Dr. Kemal Kerkûkî ji VOAyê ra axivîye û gotiye heta rewşa siyasî û îdarli Kerkûkê asayî nebe wê beşdarî hilbijardinên Kerkûkê nebin.

Herwiha Dr. Kemal Kerkûkî amaje bi wê yekê kiriye wan proje bo Kerkûkê amade kiriye û aniha guftugo li ser wê tê kirin. Heta ji wan guftugoyan ti encam dernekevin wê beşdarî hilbijardinan nebin.

Di berdewamiya axaftina xwe jî da Dr. Kemal Kerkûkî Amerîkî û Neteweyên Yekgirtî jî ligel wê yekê ne ku hilbijardin li Kerkûkê neyên kirin. Heta beriya hilbijardinan hemû alî li ser rewşa Kerkûkê li hev bikin.

Kerkûkî amaje bi wê yekê jî kir û da zanîn ku divê beriya hilbijardinê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bê aktîfkirin.

Basnews
Top