• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Çorumê bi tifingê êrîşî mizgeftê kirin: 6 birîndar

Gulan Media April 10, 2023 Nûçe
Li Çorumê bi tifingê êrîşî mizgeftê kirin: 6 birîndar

 Li navçeya Îskilipê ser bi parêzgeha Çorumê ya Tirkiyê, kesekî bi tifingê êrîşî cemaeta ku ji mizgeftê derdiket kir û di encamê de 2 jê jin 6 kes birîndar bûn.

Li gundê Yukari Orensekiyê yê Îskilipê, doh 9ê Nîsanê piştî nimêja terawîhê dema xelk ji mizgeftê derdiket Yalçin Gobelê 30 salî bi tifingê saçme li wan reşand.

Di encama êrîşê de mixtarê gund Osman Kayili, Sinan Kayili, Raşit Çirak, Seyit Ahmet Yuzugulduk, Fikriye Gobel û Sati Gobel birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin. Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Atif Hoca ya Îskilipê û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Erol Olçok a Zanîngeha Hititê hatin veguhestin.

Tawanbar piştî êrîşê ji cihê bûyerê reviya û heta niha nehatiye girtin.

 

Rudaw

Top