• Thursday, 19 February 2026
logo

Rêbwar Hamîd Hacî Xalî: Silêmanî wek dema Milazim Muhsin lê hatiye, her rojê hêzek taxekî dorpêç dike

Gulan Media April 10, 2023 Nûçe
Rêbwar Hamîd Hacî Xalî: Silêmanî wek dema Milazim Muhsin lê hatiye, her rojê hêzek taxekî dorpêç dike

Fermandarekî leşkerî yê nêzîk hevserokê YNKê Lahur Cengî derbarê rewşa naha ya Silêmaniyê de di tora xwe ya civakî facebookê de dibêje: ‘’Silêmanî wek dema Milazim Muhsin lê hatiye û her rojê hêzek taxekî dorpêç dike. Kesekî dilsozê YNKê û şehîdan be, piştevaniya vê taximê nake ku kujerê Muradê Kanî Kurdeyî û Hewkar Caf bin.’’

Rêbwar Hamîd Hacî Xalî di tora xwe ya facebookê de nivîsand: ‘’Kesek dilsozê YNKê û şehîdan be, piştevaniya wê taximê nake ku ew karane kiribin, şehîd kirina Kak Murad û 3 hevalên wî, şehîd kirina birayê me Hewkar Caf bi awayekî hovane bû, çûne ser mala kesên dilsoz û şoreşger û dagirkirina mal û mulkên wan bê sedem û avêtin ser bazirgan û bac ji wan standin û derfetên kar li bajar nehiştin. Herwaha parê banka dizîn û pare li xalên sînorî dizîn.’’

herwaha amaje bi wê yekê jî kir ku Silêmanî wek dema Milazim Muhsin lê hatiye, her rojê hêzeke leşkerî taxekî dorpêç dikin. Û got: ‘’Anîna madeyên hişber ji aliyê hêzên ewlehiyê ve û firotina bi xwîşk û bira û zarokên me dê paşeroja me xirab bike. Ji ber wê her yek ji me, her paye û peywirekî de û hemwelatî jî nabê bihêlin ev derfeta dîrokî li ser partî û navçeya me de derbas bibe û jiyana hemniştimaniyan zêdetir giran bibe.’’

 

Basnews

Top